Li Kerkûkê ji ber du teqînan 12 kes bûn gorî
Tesrîn 05, 2017 13:50 Asia/Tehran
Ji ber du teqînan ku îro anku Yekşemiyê li dijî hêzên piştevanê Muqteda Sedr, serokê Koma Sedr a Iraqê, li Kerkûkê qewimîn, 12 kes hatin kuştin an birîndar bûn.
Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê Sky News`a Erebî, ev du teqîn ku li bajarê Kerkûkê qewimîn li dijî Gurdanên Seraya Îslam ên ser bi tevgera Sedr bûn.
Li gorî raporên seretayî yên belavbûyî, ji ber van du teqînan herîkêm 5 kes hatin ekuştin û heft kes jî birîndar bûn.
Heta niha hûrgiliyên zêdetir derbarê van teqînan nehatine weşandin û tu komekê berpirsiyariya wan negirtiye ustiyê xwe.