Heşdê Şeibî: ``Em derveyî sînorên Iraqê şer nakin``
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274949-heşdê_Şeibî_em_derveyî_sînorên_iraqê_şer_nakin
Berdevkê Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî ragihand: ``Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî derveyî sînorên welatê xwe ji wan El Bûkemala Sûriyê şerr nakin``.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 05, 2017 13:01 Asia/Tehran
  • Heşdê Şeibî: ``Em derveyî sînorên Iraqê şer nakin``

Berdevkê Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî ragihand: ``Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî derveyî sînorên welatê xwe ji wan El Bûkemala Sûriyê şerr nakin``.

Li gorî rapora malpera Ehda Libnanê, berdevkê fermî yê Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî roja Yekşemiyê her wiha got: ``Tevî vê yekê ku artêşa Iraqê û Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî kontrola pirraniya navçeyên sînorî yên Sûriyê girtine destê xwe, lê Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî ji bo şerê dijî têrorîstan derbasî nav axa Sûriyê nebûne``.

Li pey pêşdaçûna hêzên iraqî ber bi navend a bajarê Qaimê li rojavaya parêzgeha Enbarê, çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ji vî bajarî ber bi El Bûkemalê li nav axa Sûriyê reviyane.

Artêşa Sûriyê ber bi sînorên vî welatî digel Iraqê ji wan bajarê Bûkemalê va pêşda hatiye. Bajarê ku dawîn baregeha girîng a DAIŞ`ê li van deveran e.

Bajarê El Bûkemalê li nêzikî sînorê Iraqê tenha baregeha koma têrorîst a DAIŞ`ê li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûriyê ye ku artêşa Sûriyê û hêêzn Berxwedanê li halê pêşdaçûna ber bi wî ne.