Gişt deverên bin destê DAIŞ`ê li Enbarê bi zûtirkê azad dibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274907-gişt_deverên_bin_destê_daiŞ_ê_li_enbarê_bi_zûtirkê_azad_dibin
Berdevkê operasyona hevpar a Iraqê ragihand ku hin deverên ku hela jî li parêzgeha Enbarê di bin dagirkerîya koma têrorîst a DAIŞ`ê de ne, yê di çend rojên pêş de bên azadkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 04, 2017 14:16 Asia/Tehran
  • Gişt deverên bin destê DAIŞ`ê li Enbarê bi zûtirkê azad dibin

Berdevkê operasyona hevpar a Iraqê ragihand ku hin deverên ku hela jî li parêzgeha Enbarê di bin dagirkerîya koma têrorîst a DAIŞ`ê de ne, yê di çend rojên pêş de bên azadkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, Yehya Resûl berdevkê opêrasyona hevpar a Iraqê got: Hin deverên bakûra çemê Firatê yên wek Rawe û Remanê û hin taxên din ku hela jî di bin dagirkerîya têrorîstên DAIŞ`ê de ne, ji hêla hêzên iraqî ve tam hatine dorpêçkirin.

Vî rayedarê leşkerî yê iraqî herwiha got: Hêzên iraqî yê bi zûtirkê derbasî deverên di bin dagikerîya DAIŞ`ê de bibin û ew ê di demeke kurt de ji têrorîstan, bombeyan û defikên teqandinê bên paqijkirin.

Yehya Resûl herwiha got: Bi derbasbûna hêzên iraqî nav bajarê Qaimê li rojavaya Enbarê gellek têrorîstên DAIŞ`ê ber bi bajarê Bûkemal ê Sûrîyê ve revîn û hejmarek ji wan jî bi destê hêzên iraqî hatin kuştinê.

Bajarê Qaimê û taxên derdora wî înîya buhurî ji bin lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê hatin azadkirin. Opêrasyona azadkirina rojavaya parêzgeha Enbarê ji lepên DAIŞ`ê bi pişkdarîya hêzên artêş û Heşdi Şeibî ji 26`ê Cotmehê ve destpê bûye.