Gişt deverên bin destê DAIŞ`ê li Enbarê bi zûtirkê azad dibin
Berdevkê operasyona hevpar a Iraqê ragihand ku hin deverên ku hela jî li parêzgeha Enbarê di bin dagirkerîya koma têrorîst a DAIŞ`ê de ne, yê di çend rojên pêş de bên azadkirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, Yehya Resûl berdevkê opêrasyona hevpar a Iraqê got: Hin deverên bakûra çemê Firatê yên wek Rawe û Remanê û hin taxên din ku hela jî di bin dagirkerîya têrorîstên DAIŞ`ê de ne, ji hêla hêzên iraqî ve tam hatine dorpêçkirin.
Vî rayedarê leşkerî yê iraqî herwiha got: Hêzên iraqî yê bi zûtirkê derbasî deverên di bin dagikerîya DAIŞ`ê de bibin û ew ê di demeke kurt de ji têrorîstan, bombeyan û defikên teqandinê bên paqijkirin.
Yehya Resûl herwiha got: Bi derbasbûna hêzên iraqî nav bajarê Qaimê li rojavaya Enbarê gellek têrorîstên DAIŞ`ê ber bi bajarê Bûkemal ê Sûrîyê ve revîn û hejmarek ji wan jî bi destê hêzên iraqî hatin kuştinê.
Bajarê Qaimê û taxên derdora wî înîya buhurî ji bin lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê hatin azadkirin. Opêrasyona azadkirina rojavaya parêzgeha Enbarê ji lepên DAIŞ`ê bi pişkdarîya hêzên artêş û Heşdi Şeibî ji 26`ê Cotmehê ve destpê bûye.