Hadî Amêrî: Em hêvî dikin kurd bersivek erênî bidine daxwaziyên dewleta Bexadyê
Hadî Amêrî, sekreterê giştî yê Rêxistina Bedrê û yek ji fermandeyên hêzên Heşda Şebî yên Iraqê destnîaşn kir: Gotûbêjên di navbera aliyê iraqî û kurdan tim didome.
Hadî Amêrî roja îniyê li gotûbêja bi kanala televîzyonî ya Al-Alamê re hêvî kir: Hêzên Pêşmerge yên ser bi Mesûd Barzanî dev ji pevçûna eskerî tev hêzên dewleta navendî ya Iraqê berdin û bi wan re hevkariyê bikin.
Amêrî li vê barê got: Gotûbêja bi kurdan re didome bi birayrên kurd re jî li vê barê me gotûbêj kiriye ku berteka eskerî ne ser qezanca hêzên pêşmerge yên kurd û Teşkîlata ewlehiyê ya Iraqê ye û em hêvî dikin ku tu bertekeke eskerî neyê dayîn.
Sekreterê giştî yê Rêxistina Bedrê her wiha êrişa hêzên iraqî ser meqerên hêzên pêşmerge li navçeyên kêşe li ser navbera Bexda û Hewlêrê li parêzgehên Neynewa û Selahedînê red kir.
Hadî Amêrî got: Servîsên ewlehiyê yên Iraqê tu bernameyek jibo êrişa ser birayên xwe yên kurd tine ne.
Wî her wiha got: Em tenê ji hêzên pêşmerge dixwezin bila vekişine sînorên îdarî yên du parêzgehên Neynewa û Selahedînê û van navçana radestî hêzên dewleta navendî ya Iraqê bikin.
Sekreterê giştî yê Rêxistina Bedrê hêvî kir ewlehî û aramî li van navçana bi awayê zincîreyî û mîna ya ku li Kerkûkê qewmî cih were. Hêjayî gotinê ye ku Hêzên ewlehiyê li nîva Cotmehê derbasî Kerkûkê bûn û navendên dewletî û meydanên niftê xistinbin kontrola xwe.
Piştî lidarxistina giştpirsiya vê dawiyê ya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê ku tevî dijberiyên navxweyî û biaynî û tenî bi îsrara Mesûd Barzanî serokê vê herêmê hat lidarxistin aloziya navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê zêde bû. Lê feraseta berpirsên her du aliyan li rojên derbasbûyî ya vê aloziyê li halê kêmbûnê ye.