Azadkirina navenda bajarê El-Qaim li rojavaya Iraqê
Hêzên iraqî karîn navenda bajarê El-Qaim li rojavaya parêzgeha Enbarê jî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin û alaya Iraqê li ser avahiyên dewletî danîn.
Li gor rapora ajansa nûçan a Wai; Hêzên iraqî li dewra dudyan a operasiyona azadkirina bajarê Qaim karîn navenda vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin û bikevine nava vî bajarî û 7 navçên dine bajarê Qaim ji wan Tel Eqwat, El-Betîxe, El-Nehze û El-Bûhacim jî ji destê terorîstan azad bikin.
40 hezar hêzên Iraqê pêkhatî ji hêzên artêş, polîs û Heşda Şebî ji sê aliyan ve ketina nav bajarokê Qaîm despê kirin, Koma terorîst bona astengkirina ketina nav bajêr çend operasiyonên teqandinê yên întiharî bi makîneyan pêk anîn ku vê yekê jî nikarî rê li ber ketina hêzên Iraqê nav bajêr bigire.
Hêzên iraqî berî vê qonaxê bi top û tankan çeperên DAIŞê di nav bajêr gullebaran kirin. Li vê operasiyonê de ji bo cara yekem artêşa Iraqê ji tankên T90 îstifade dike.
Serfermandetiya vê operasiyonê li rojavayê parêzgeha Enbarê got: Hêzên artêş, Heşda Şebî polîsê li dij terorîzmê, heşda Eşayir êrişên giran ser deverên Sede, El-Kerable, Hesîbe û derdora Qaîmê dane despêkirin.