Artêşa Iraqê qonaxa duyem a operasiyona azadkirina Qaîmê despê kir
Hat ragihandin ku artêşa Iraqê bi çil hezar hêzan ve li ser fermana serokwezîrê vî welatî qonaxa duyem a operasiyona azadkirina Qaîmê despê kir, Bajarokê El Qaîm keleha dawî ya DAIŞê li Iraqê ye.
Li gor nûçeya IRIB Newsê, 40 hezar hêzên Iraqê pêkhatî ji hêzên artêş, polîs û Heşda Şebî ji sê aliyan ve ketina nav bajarokê Qaîm despê kirin, Koma terorîst bona astengkirina ketina nav bajêr çend operasiyonên teqandinê yên întiharî bi makîneyan pêk anîn ku vê yekê jî nikarî rê li ber ketina hêzên Iraqê nav bajêr bigire.
Hêzên iraqî berî vê qonaxê bi top û tankan çeperên DAIŞê di nav bajêr gullebaran kirin. Li vê operasiyonê de ji bo cara yekem artêşa Iraqê ji tankên T90 îstifade dike.
Serfermandetiya vê operasiyonê li rojavayê parêzgeha Enbarê got: Hêzên artêş, Heşda Şebî polîsê li dij terorîzmê, heşda Eşayir êrişên giran ser deverên Sede, El-Kerable, Hesîbe û derdora Qaîmê dane despêkirin.
Yek ji fermandarên artêşa Iraqê Nûman Abed el Zubey di axaftina xwe ya AFPê de got: "Hêzên ewlehî ketin nava bajarokê El Qaîmê ku wekî keleha DAIŞê ya dawî dihat binavkirin."
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di 26ê Cotmehê de ji bo kontrolkirina bajarokê El Qaîmê ku dikeve sînorê Iraq û Sûriyê fermana operasyonê dabû.
Heyder Ebadî di daxuyaniya xwe de gotibû: "Ji teslîmbûn û ji kuştinê pê ve ti çareyeke din a terorîstên DAIŞê tuneye."