NY: DAIŞ`ê li Mûsilê cinayeta dijî mirovantîyê kirîye
Nivîsgeha Komîserîya Bilind a Konseya Mafê Mirovan a NY raporek têkildarî cinayetên cengê û dijî mirovantîyê yên DAIŞ`ê li Mûsilê weşand.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê, li rapora Nivîsgeha Komîserîya Bilind a Konseya Mafê Mirovan a NY ku îro hatîye weşandinê, hatîye: Cinayetên ku DAIŞ`ê dema opêrasyona azadkirina bajarê Mûsilê kirine, cinayetên dijî mirovantîyê ne ku niha dadgehên Iraqê desthilata pêwîst ji bo hilkolandina wan tinene.
Li dewama vê raporê ji Iraqê hatîye xwestin ku bi Dadgeha Navnetewî ya Cinayetan re ji bo hilkolandina cinayetên têkildarî komkujîyê û cinayetên dijî mirovantîyê û yên cengê hevkarîyê bike ji ber ku garantîkirina cihanîna dadmendîyê ji bo pêkanîna pêbawerîyê li welêt girîng e.
Di encama şerê di navbera DAIŞ`ê û hêzên ewlehîyê yên Iraqê li Mûsilê de nêzî 3 hezar kesî hatine kuştinê.
Reid Hisên komîserê pilebilind ê mafên mirovan ê NY li rapora xw ragihand: Berpirs û sebebkarên van kuştinan divê li hemverî vê cinayeta rezîl a xwe bersivê bidin. Gellek belge hene ku nîşan didin DAIŞ`ê li Mûsilê sivîl wek mertal û rehîn bi kar anîne ku di encamê de bi hezaran kes wek mertal hatine kuştinê û sivîlên ku ji vî şarî revîne jî bûne armanca êrişan. Herwiha zêde ji 800 hezar kes ji niştecihên vî şarî jî aware bûne.