Ebadî: Barzanî her bermîla nifta Iraqê bi 10 dolarî difirot
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku dema bicihbûna hêzên leşkerî yên vî welatî li derîyê sînorî yê Fîşxabûrê li bakûra vî welatî û sînorê Tirkîyê, rêya sereke ya veguhestina nifta dizî ya Iraqê bo Tirkîyê hat naskirin û girêdan.
Li gorî rapora Sky News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ragihand ku rayedarekî Herêma Bakûr (Kurdistanê) nifta Iraqê bi rêka vî derîyê sînorî ve bermîla wê bi 10 dolarî difirot Tirkîyê.
Ebadî careka din ser pêwîstîya ibtalkirina tam a giştpirsîya neqanûnî ya cidakirina Herêma Kurdistanê ji Iraqê ji bo perçekirina vî welatî wek pêşmercê her cure muzakireya di navbera her du alîyan sekinî.
Serokwezîrê Iraqê herwiha pêgirî kir ku ew li dijî her cure daxwaza dorpêçkirina niştecihên Herêma Kurdistanê derketîye.
Ebadî li civîna digel hejmarek şirovekar û mêdyakaran de ragihand: Em li dijî her cure daxwaza dorpêçkirina welatîyên li Herêma Kuridstanê derketin.
Wî li bara hilbijartinên pêşber ên Iraqê jî got: Dewleta fêdêral pêgirîyê dike ew hilbijartin di dema xwe de bên lidarxistin û vegera awareyan ji şertên sereke yên lidarxistina wan e.
Hilbijatinên parlimana Iraqê biryar e ku di 15`ê Gulana sala 2018`an de bên lidarxistin.
Li gorî nûçeyeke din, Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku dixwaze şandina hevpar a hêzên kurd û iraqî ber bi sînorên istiratêjîk ên vê herêmê û Tirkîyê kir.
Herêma Kuridstana Iraqê îro ragihand ku pêşnîyara şandina hevpar a hêzên kurd û iraqî ber bi sînorên istiratêjîk ên digel Tirkîyê bi amadebûna nunerên Hevalbendîya Cîhanî bi serkêşîya Amerîkayê bi merema têkoşîna li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê raber kirîye.
Ev pêşnîyara çend sietan piştî wê hat hilêxistin ku hêzên artêşa Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mehtelkirina di warê radestkirina kontrola sînorên Iraqê digel Tirkîye, Îran û Sûrîyê tawanbar kiribûn û gef kiribûn ku dê opêrasyona leşkerî ya lêistandina deverên di bin kontrola kurdan de destpê bikin.