Pêgirîya Îran û Iraqê li ser zêdekirina hevkarîyên bazirganîya her du welatan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274837-pêgirîya_Îran_û_iraqê_li_ser_zêdekirina_hevkarîyên_bazirganîya_her_du_welatan
Wezîrê pêşe, meiden û ticareta Îranê û serokê meclisa Iraqê xwestin ku hevkarîyên ticarî û bazirganîyê di navbera her du welatan de bên zêdekirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2017 11:58 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Îran û Iraqê li ser zêdekirina hevkarîyên bazirganîya her du welatan

Wezîrê pêşe, meiden û ticareta Îranê û serokê meclisa Iraqê xwestin ku hevkarîyên ticarî û bazirganîyê di navbera her du welatan de bên zêdekirinê.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Mihemed Şerîetmedarî wezîrê pêşe, meiden û ticareta Îranê îro li dewama seredana xwe ya Iraqê bi Selîm Cibûrî serokê meclisa vî welatî re hevdîtin pêk anî û ragihand ku Îran ji bo berfirekirina peywendîyên digel Iraqê nemaze di warên ticarî û serayeguzarîyê de amade ye.

Selîm Cibûrî serokê parlimana Iraqê jî qedrê Îranê ji ber piştgirîya ji Iraqê nemaze li şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê girt û xwest ku peywendîyên di navbera her du welatan di hemî waran de bên berfirekirin.

Wezîrê pêşe, meiden û ticareta Îranê berî vîya digel Qasim Fehdawî wezîrê ceryana Iraqê li Bexdayê civîya û bi wî re têkildarî mijara veguhestina ceryana Îranê bo Iraqê gotûbêj kir.

Wezîrê pêşe, meiden û ticareta Îranê duh digel taximeke aborîyê bi merema hilkolandina rêyên bihêzkirina hevkarîyên aborî û ticarî di navbera Têhran û Bexdayê de, seredana Iraqê kir.