Sekinîna serokê parlemana Iraqê ser gotûbêja jibo çareserkirina qeyrana Bexda û Hewlêrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274828-sekinîna_serokê_parlemana_iraqê_ser_gotûbêja_jibo_çareserkirina_qeyrana_bexda_û_hewlêrê
Serokê parlemana Iraqê ser pêwîstiya gotûbêja jibo çareserkirina qeyrana navbera Bexda û Hewlêr teqez kir û daxwaza vegeryana nunerên kurd bo parlemanê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2017 09:22 Asia/Tehran
  •  Sekinîna  serokê parlemana  Iraqê  ser gotûbêja  jibo çareserkirina qeyrana  Bexda û Hewlêrê

Serokê parlemana Iraqê ser pêwîstiya gotûbêja jibo çareserkirina qeyrana navbera Bexda û Hewlêr teqez kir û daxwaza vegeryana nunerên kurd bo parlemanê kir.

 Li gorî rapora roja pênşemiyê ya Mêhr Newsê, û ji zarê Someriye Newsê, Selîm Cibûrî serokê parlemana  Iraqê li hevdîtina tev nunerên  partiya Demokrata Kurdistana  Iraqê bal kişand ser vê yekê ku ev nuner bi vegeryana  xwe bo civînên  parlemanê dikarin roleke  çalak li saziya  qanûndanînê ya Iraqê hebin û got: Qonaxa niha  aramî û vekirina  rûpeleke nû ji peywendiyan navbera dewleta navendî û Herêma Kurdistanê dixweze.

 Cibûrî ser giringiya  parastina  yekitiya  welêt û derbelênexistina  li ewlehî û aramiya wê teqez kir û got: Esla welatîbûnê divê bibeweke  stratejiya giştî û pîvanek jibo çareserkirina  pirsirêkan bitaybet li navçên kêşe li ser ku ya herî giring  Kerkûk e.

 Serokê parleman  Iraqê li vê hevdîtinê tevî hilkolandina  rewşa siyasî û ewlehiyê ya welêt û navçê û her wiha hewldana  aliyên siyasî jibo çareserkirina  qeyrana navbera Bexda û Hewlêrê, dosiya Kerkûk û navçên kêşedar destnîşan kir: Beşdariya neteweyî pêwîst dike ku  hemî alî ser qanûna bingehîn  rawestin û kiryara  li dijî wê ser qazanca  kesê nîne.