Moleta dawiyê ya artêşa Iraqê bo Hewlêrê jibo cihanîna hevhatinên ewlehiyê
Artêşa Iraqê raghand: Herêma Kurdistana vî welatî li bara cihanîna hevhatinên ewlehiyê bi Bexdayê re pêsipartên xwe cih nayne.
Li gorî rapora El-Alamê û ji zarê Someriye Newsê, fermandehiya operasyna hevpar a rtêşa Iraqê îro peêşemiyê li daxûyaniyekê raghand: Jibo cihanîna van hevhatinan, dê derfeteke dubare bide Hewlêrê ku van hevhatinan cih bîne.
Fermandehiya operasyona hevpar a Iraqê li vê daxûyaniyê teqez kir: Ger Herêma Kurdistana Iraqê ewlehiya navçeyên sînorî dabîn neke dê hêzên federal bi xwe ewlehiya van navçana dabîn bikin.
Li vê daxpûyaniyê hatiye: li gorî berpirsiyariya giran û û feraseta ku serokwezî û fermndehiya gişt hêzên çekdar ên Iraqê li bara şandina tîma teknîkî ya eskerî ya pilebilind jibo beşdariya li hevdîtinên tev tîma ewlehiyê ya Hewlêrê ji xwe nîşan dan û jibo girtina pêşiya xwînrêtinê û piştgiriya ji welatiyên Iraqê moleta çend rojî kivş kirin lê berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê û taxiam muzakirekirê wan tam li 31 Cotmeha 2017an cihnaîna reşnivîsa hevhatinê cih nenaîne.
Fermandên artêşa Iraqê û hêzên pêşmege vê hefteyê jibo hevhatina li bara kontrola derbasgehên sînorî û sînoran li meqera operasyona parêzgeha Neynewayê li Mûsilê hevdîtin pêk anîn û her du alî li bara pêwîstiya bicihbûan hêzên federal ên Iraqê li ser sînoran û derbasgehan li hev kirin.