Terxankirina 400 milyon dular alîkarî bo avedankirina navçeyên azadbûyî yên Iraqê
Banka cîhanî raghand ku bi qasî 400 milyon dular weke alîkariya jibo avedankirina navçên azadbûyî yên Iraqê ji destê DAIŞê, pejirandiye.
Li gorî rapora Reutersê, banka cîhanî raghandiye ku ev dirava jibo avedankirina balefirgeha Mûsilê û destpêkirina xebata paporên veguhestina giştî, hin beşên riya hesin û karûbarên binavahiyên din e.
Vê bankê di daxûyaniyekê de raghand: Pakêta raberbûyî xêncî alîkariyên aborî yên pejirandî li Tîrmeha 2015`an e ku têde 350 milyon dular ser navê ``operasyona awarte ya projeyên berfirehkirinê`` bo Iraqê hatine terxankirin.
Banak cîhanî ragahndiye ku ev alîkariya aborî jibo avedankirina pênc beşan ji wan av û fazilavê û tendurstiyê, guhestina iliktrîkê, hîndekarî û perwerdeyê û serwîsên veguhestian bajarî hatine berçav giritn. Her wiha beşek ji vê pereyê jibo avedankirin û parstina mîrata çandî ya bajarê Mûsilê ku pir xisar dîtiye, tê xerckirin.
Rayedarên dewleta Bexdayê texmîn kirine ku herîkêm 5 sal û herîkêm bi milyaran dular jibo avedankirina Mûsilê pêwîst in.