Sekinîna ser têkçûna komployên Emerîkayê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274763-sekinîna_ser_têkçûna_komployên_emerîkayê_li_iraqê
Sekreterê giştî yê Berxwedana Îslamî ya Nucebaya Iraqê, plan û komployên Emerîkayê jibo perçekirina Iraqê û pêkanîna aloziyê li vî welatî têkçûyî da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2017 16:41 Asia/Tehran
  •  Sekinîna ser têkçûna komployên  Emerîkayê li Iraqê

Sekreterê giştî yê Berxwedana Îslamî ya Nucebaya Iraqê, plan û komployên Emerîkayê jibo perçekirina Iraqê û pêkanîna aloziyê li vî welatî têkçûyî da zanîn.

 Li gorî rapora Mêhr Newsê, şêx El-Kebî, sekreterê giştî yê Berxwedana  Îslamî ya Nucebaya  Iraqê duşemiyê şevê li hevdîtina ayetullah Efîf El-Nablosî, sekreterê Navenda Zanistên Olî ya Îmam Sadiq (s) a Lubnanê li Beyrûtê got: Li rojên tê azadiya tam a  Iraqê ji lepên  grûpa terorîstî ya  DAIŞê bi fermî were ragahandin.

Şêx El-Kebî bal kişand ser vê yekê ku niha hêzên Iraqê li halê paqijkirina navçên bin kontrola terorîstên  kirêgirtiyê Emerîkayê li sînorê navbera Sûriyê û Iraqê ne û got: Emerîkayê piştî işkesta DAIŞê, komploya  avakirina  dewleta kurd li bakurê Iraqê şopand lê ev  plana ku armanca wê parvekirina  Iraqê bû jî işkest xwar.

Şêx El-Kebî, sekreterê giştî yê Berxweşana  Îslamî ya Nucebaya  Iraqê, Heşda şebî hêza bihêz a vî welatî bi nav kir û got: Komployên Emerîkayê ji bo parvekirina  welatên navçê bi amadebûna  komên  Berxwedana Îslamî işkest xwar û ew  ji ber vê helwestê ecêbgirtî man.

 Ayetullah Efîf El-Nablosî jî li vê hevdîtinê bal kişand ser komploya  Emerîka, Îsraîl û Erebistanê jibo parvekirina  Iraqê û teqez kir: Iraq divê yekperçe û hevgirtî bimîne ku bikaribe komployan bêencam bike.

 Vî alimê bi nav û deng ê lubnanî her wiha diyar kir: Besîca gelanî û berxwedan divê li çarenivîsa Iraqê rola xwe hebin ji ber ku  hema  ev komên  berxwedanê ewlehiya Iraqê û gelê wê ne û ew ji lepên terorîstan rizgar kirin.