Serfermandetiya hêzên navendî ya Amerîkayê, pişta kiryarên Ebadî girt.
Serfermandetiya hêzên navendî ya Amerîkayê, piştgîriya welatê xwe ya ji kiryarên serokwezîrê Iraqê jibo cihanîna qanûnê û kontrolkirina sînorên vî welatî ragihand.
Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê kanala nûçeyan a Sûmeriye News`ê, Cozêf Wotêl, Serfermandeyê hêzên navendî ya Amerîkayê, bi Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê re hevdîtin pêk anî û li ser pêşveçûna hêzên iraqî li operasyona azadkirina bajarê Qaimê û bicihbûna hêzên federal li parêzgeha Kerkûkê û navçeyên din pê re gotûbêj kir.
Wotêl kêfxweşiya xwe jiber şiyana hêzên iraqî li şerrê dijî terorîsmê nîşan da û li ser piştgîriya welatê xwe ji yekbûna Iraqê û karên Ebadî jibo cihanîna qanûnan û kontrolkirina sînorên Iraqê pêgîrî kir.
Berî niha jî Rêks Tîlêrson, wezîrê karên derve yê Amerîkayê, piştgîriya xwe ji kiryarên dewleta federal bona cihanîna qanûnê ragihandibû û pêgîrî kiribû ku Amerîka wê giştpirsiya cidabûna Kurdistanê bi fermî nas neke.
Piştî lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, hin pevçûn di navbera Pêşmergeyan û hêzên artêşa Iraqê li Kerkûkê de qewimîn û hêzên federal karîn kontrola vî bajarî û navçeyên din ên kêşeliser bigirin destê xwe.
Piştî ku Mesûd barzanî, serokê Herêma Kurdistana iraqê, nekarî bona serêxwegirtina serxwebûnê bi ser keve, ragihand ku wê ji serokatiyê îstîfa bike û ji vê postê wêde here.