8 terorîstên DAIŞ`ê li Hewîcê hatine kuştin
Fermandariya hêzên operasiyona Kerkûkê ragihand ku 8 terorîstên DAIŞ`ê li Hewîcê hatine kuştin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Sûmiriye News`ê, Fazil Umran fermandariya hêzên operasiyona Kerkûkê got: 8 terorîstên DAIŞ`ê ku kemendên teqandinî li xwe kiribûn û xwe veşartibûn, ji aliyê artêşa Iraqê hatine kuştin.
Fermandariya hêzên operasiyona Kerkûkê ragihand ku li vê operasiyonê embarekî madên teqandinî yê terorîstan jî kifş bû.
Gor nûçeyekî din ji Iraqê, Kompaniya nifta Besrê duşemê ragihand ku biryara vê kompaniyê evaye ku li sala 2020 , rojê 6 milyon bermîl nift ji bîrên nifta derûdora vî bajarî derxîne.
Pêştir jî ber ku derfirotina bîrên nifta Kerkûkê hatibû rawestandin, Kompaniya nifta Besrê hejmara derfirotina nifta xwe rojê gihandibû 3 milyon û 450 hezar bermîl.
Van rojana hêzên iraqî karîn çend bîrên niftî ji destê hêzên pêşmerge bigrin.
Pêştir hêzên pêşmerge bi serokatiya Mesûd Barzanî ser bîrên niftê yên Kerkûkê bi desthilat bûn.