Hevahengiya navbera Bexda û Şamê li têkoşîna dijî têrorîsmê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274717-hevahengiya_navbera_bexda_û_Şamê_li_têkoşîna_dijî_têrorîsmê
Berdevkê Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê (Heşdê Şeibî) got: ``Li têkoşîna dijî têrorîsmê hevahengiyeka zêde di navbera Iraq û Sûriyê da heye``.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 30, 2017 14:49 Asia/Tehran
  • Hevahengiya navbera Bexda û Şamê li têkoşîna dijî têrorîsmê

Berdevkê Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê (Heşdê Şeibî) got: ``Li têkoşîna dijî têrorîsmê hevahengiyeka zêde di navbera Iraq û Sûriyê da heye``.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya kanala têlêvîziyoniya El Minarê, Berdevkê Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê (Heşdê Şeibî), Ehmed Esedî li konfêransa Gotûbêja Cîhanî li ser Têrorîsmê li Bexdayê got: ``Li gorî vê yekê ku şerê dijî DAIŞ`ê li du aliyên Iraq û Sûriyê li ser sînoran didome, ev heahengî hatiye dîtin``.

Esedî qala nebûna şer û pevçûnan di navbera Heşdê Şeibî û hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê kir û got: ``Hewil hat dayîn ku opêrasyiona bicihbûnê li Kerkûkê bi aştî û aram be û ev yek di asteka bilind da pêk hat ku ev tenê cihanîna pesendnameyên parlimana Iraqê ji bo cihkirina hêzên dewleta navendî bûye``.

Esedî destnîşan kir: ``Barzanî nerijandina xwînê û fermanberiya ji fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê wek Xiyanetê dizane; Lê piştgirên Barzanî li Mexmûrê êrîşî ser artêşê û li Zumarê êrîşî ser hêzên polîs kirin``.

Artêşa Iraqê û polîsê federal ê vî welatî ji êvara Yekşemiyê, 15`ê Cotmeha 2017an, ve ji bo cihanîna Qanûna Bingehîn, pesendnameyên parlimanê û dadgeha federal a Iraqê bo Kerkûkê hatin şandin û karîn bêyî pevçûnan kontrola vê navçeyê bigirin destê xwe.