Heyder Ebadî: ``Kontrola Iraqê erka dewleta navendî ye``
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274695-heyder_ebadî_kontrola_iraqê_erka_dewleta_navendî_ye
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: ``Dewleta navendî divê kontrola xwe li seranserî welêt û deriyên sînorî hebe``.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 30, 2017 08:32 Asia/Tehran
  • Heyder Ebadî: ``Kontrola Iraqê erka dewleta navendî ye``

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: ``Dewleta navendî divê kontrola xwe li seranserî welêt û deriyên sînorî hebe``.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNA`yê, nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê şeva buhurî bi daxûyaniyekê ragiahnd: ``Serkwezîrê Irqê, Heyder Ebadî li gotûbêja bi rêya têlêfonê tev wezîrê karên derve yê Inglîsê, Bûrîs Canson, li bara serketina Iraqê li hemberî têrorîsmê û mijarên siyasî û ewlehiyê axivî``.

Ebadî li vê daxûyaniyê ragiahnd: ``Aliyê kurd  li cihanîna kontrola welêt ji aliyê dewleta va Hêdî tevdigere``.

Wî her wiga ragihand: ``Dewleta Iraqê divê kontrola derbasgehên derfirtoian niftê bo Tirkiyê bigire destê xwe û hekle ev kar pêk neyê, rewş dê xerabtir bibe``.

Serokwezîrê Iraqê her wiha ragihand: ``Dewleta navendî naxwaze xwînek were rijandin an rewş qeyranî bibe; Lê hin kes li Kurdistana Iraqê her wiha mêdyayên partiyan li hewlêrê tundiyê berbelav dikin``.

Li gorî vê daxûyaniyê, Ebadî li ser hakimiyeta dewleta navendî li warê pêkanîna rêkareka bi aştî ji bo pêkvejiyana iraqîiyan pêgirî kir û ragihand: ``Ev yek bêyî hebûna hêzên iraqî ku rê li ber derketina kêşe û pevçûnan bigirin, nemumkin e``.

Wezîrê karên derve yê Inglîsê jî li vê hevpeyivîna têlêfonî sipasiya rêvebiriya Ebadî li warê Kontrola qeyranê û daxwaza cihanîna qanûnê kir û got: ``Nêçîrvan Barzanî meyla xwe ji bo gotûbêja li vî warî da ragihandiye``.