Baregeha DAIŞ`ê ya herî dawiyê li Iraqê hat dorpêçkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274664-baregeha_daiŞ_ê_ya_herî_dawiyê_li_iraqê_hat_dorpêçkirin
Hêzên artêşa Iraqê û Heşdê Şeibî terorîstên DAIŞ`ê li baregeha wan a herî dawiyê li Iraqê bi tamî dorpêç kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2017 13:34 Asia/Tehran
  • Baregeha DAIŞ`ê ya herî dawiyê li Iraqê hat dorpêçkirin

Hêzên artêşa Iraqê û Heşdê Şeibî terorîstên DAIŞ`ê li baregeha wan a herî dawiyê li Iraqê bi tamî dorpêç kirin.

Li gorî rapora Sputnik`ê, fermandarê bajarê Retbeyê li parêzgeha Enbarê, Imad Duleymî  got ku hêzên iraqî çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li dawîn baregehên wan li rojavaya Iraqê bi tamî xistine bin dorpêça xwe.

Duleymî got ku hêzên hevpar ên iraqî ûş Heşdê Şeibî ji bajarê Raveyê li rojavaya Enbarê derbas bûne û ev bajar bi tamî xistine bin dorpêça xwe û amade ne ku vî bajarî ji bin lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê rizgar bikin.

Duleymî di dewamê da got ku hêzên iraqî gihîştine navçeya Ebîdîiyê li nêzikî bajarê Qaêmê ku baregeha din a DAIŞ`ê li rojavaya Enbarê li rojavaya Iraqê û li ser sînorê Sûriyê ye.

Qaîm Meqamê bajarê Retbeyê destnîşan kir ku hêêzn iraqî rêya Retbeyê li sînorên Urdinê heta navçeya Ekaşat û Qaêmê bi tamî azad kirin.

delîmî got ku hêzên ewlehiyê li benda azadkirina Raveyê ne da ku êrîşî ser DAIŞ`ê li bajarê Qaêmê kirin.