Tekîda Emar Hekîm ser ewlehiya nav Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274649-tekîda_emar_hekîm_ser_ewlehiya_nav_iraqê
Serokê bereya Hikmeta Netewî ya Iraqê çûna milyonan kes ji ziyaretkerên herema paqije Îmam Husên (S) li Kerbelayê nîşana hebûna ewlehiya nav Iraqê daye zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2017 09:06 Asia/Tehran
  • Tekîda Emar Hekîm ser ewlehiya nav Iraqê

Serokê bereya Hikmeta Netewî ya Iraqê çûna milyonan kes ji ziyaretkerên herema paqije Îmam Husên (S) li Kerbelayê nîşana hebûna ewlehiya nav Iraqê daye zanîn.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Seyîd Emar Hekîm serokê bereya Hikmeta Netewî ya Iraqê peyaçûna ber bi herema paqije Îmam Husên(s) wekî inqilaba husêyînî daye zanîn û destnîşan kir; Eva ku bi milyonan kes bi peyan û ji riyên dûr pê vê rewşa hewayî ber bi Kerbelayê diçin bi xwe şert û merca sereke ya hebûna ewlehiya tam li nav Iraqê ye.

Emar Hekîm bal kişande ser baweriya bi riya Îmam Husên(s) û erzişên mezin, heqxwazî û qebûlnekirina betaliyê û got: Hevrêtiya gelê Iraqê û çûna wan ber bi Kerbelayê nîşana mezinatiya wan bona çêkirina Iraqa nû û xebata dijî reftarên kirêt û gendeliyê ye.

aliyên iraqî û Hêzên gelanî yên vî welatî xebatên pêwîst bona birêxistina rêûresma Erbeyîna Îmam Husên(s) li Kerbelaya Muela amade kirine.

Hatiye pêşbînîkirin ku îsal 3 milyon zairên îranî hevrê digel milyonan ziyaretkerên welatên din bona pişkdariya li rêûresma erbeyîna husêyînî ji riyên hewayî û erdî herine Kerbelayê.

20 Sefera 1439 H.Q beranberî 9 Mijdara 2017 salvegera erbeyîna Îmam Husên(s) îmamê sisyane şîeyên cîhanê û heval û hogirên wî hezretî li Kerbelaya Muelaye.