Berdevkê dewleta Iraqê: Me muzakireya fermî bi Hewlêrê re nekirîye
Berdevkê dewleta Iraqê têkildarî civîna di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêgirî kir, ev civîna tenê ji bo hevdengîya têkildarî çawanîya bicihbûna hêzên fêdêral ên Iraqê li derverên curbicur bûye.
Li gorî rapora kanala Al Alamê, Seid Hedîsî berdevkê dewleta Iraqê îro li hevpeyvîna digel kanala Al Hedesê bi gotina vîya ku tenê pisporên têkildar li vê civînê amade bûne, dîyar kir: Armanca lidarxistina van civînan girtina pêşîya pevçûnê û amadekirina zemînê ji bo bicihkirina hêzên dewleta navendî li hemî deverên kêşeliser nemaze li Fîşxabûrê û derîyên sînorî ye.
Hedîsî pêgirî kir ku li gorî destûra bingehîn divê derîyên sînorî di bin kontrola dewleta navendî de bin, got: Mecala 24 sietî ya ku Heyder Ebadî serokwezîr daye têra gotûbêjê dike ta ku lihevkirinek têkildarî bicihkirina hêzên dewleta navendî li hemî deverên kêşeliser bi dest bikeve.
Li gorî rapora kanala Someriyê, nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê şeva buhurî li daxûyanîyekê ji hêzên iraqî xwest ku bi rawestandina opêrasyonê mideha 24 sietan, rê ji bo tîma teknîkê ya hevpar a hêzên fêdêral û hêzên Pêşmerge xweş bikin.
Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê jî şeva buhurî hêvî kir ku biryara vê dawîyê ya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê têkildarî rawestandina 24 sietî ya meimûrîyeta hêzên vî welatî li deverên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de li ser wan nakokî heye, destpêkek ji bo gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de be.