Teqîna terorîstî li bakûra Iraqê
Bingehên ewlehiya Iraqê ji teqîna bombekê li navça El-Senayî li derûdora bajarê El-Tacî li bakûra Bexdayê xeber dan.
Li gor rapora ajansa nûçan a Wai, Bingehên ewlehiya Iraqê îro şemiyê ji teqîna bombekê li navça El-Senayî li derûdora bajarê El-Tacî li bakûra Bexdayê xeber dan û ragihandin ku ji ber vê teqînê 3 kesên sivîl birîndar bûn.
Roja îniyê du teqînên terorîstî li Bexdayê qewimînin; ji ber teqîna terorîstî li başûra Bexdayê hêzekî gelanî yê heşda eşîretên sunî hate kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn û li kiryara dine terorîstî li nîzikiya bazarekê li navça El-Nehrewan li rojhilata Bexdayê 3 kes birîndar bûn.
Ji sala 2014 ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hindek ji bajarên Iraqê dagîr kirin, vê grûpê bona tirsandina xelkê sivîl gelek kiryarên terorîstî cih anîn lê ji ber xebata artêşa Iraqê bi alîkariya polîs, heşda şeibî û hêzên pêşmerge karîn para pirtire axa dagîrbûyî ji destê terorîstan derxînin .