Teqîna terorîstî li bakûra Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274624-teqîna_terorîstî_li_bakûra_iraqê
Bingehên ewlehiya Iraqê ji teqîna bombekê li navça El-Senayî li derûdora bajarê El-Tacî li bakûra Bexdayê xeber dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 28, 2017 14:59 Asia/Tehran
  • Teqîna terorîstî li bakûra Iraqê

Bingehên ewlehiya Iraqê ji teqîna bombekê li navça El-Senayî li derûdora bajarê El-Tacî li bakûra Bexdayê xeber dan.

Li gor rapora ajansa nûçan a Wai, Bingehên ewlehiya Iraqê îro şemiyê ji teqîna bombekê li navça El-Senayî li derûdora bajarê El-Tacî li bakûra Bexdayê xeber dan û ragihandin ku ji ber vê teqînê 3 kesên sivîl birîndar bûn.

Roja îniyê du teqînên terorîstî li Bexdayê qewimînin; ji ber teqîna terorîstî li başûra Bexdayê hêzekî gelanî yê heşda eşîretên sunî hate kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn û li kiryara dine terorîstî li nîzikiya bazarekê li navça El-Nehrewan li rojhilata Bexdayê 3 kes birîndar bûn.

Ji sala 2014 ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hindek ji bajarên Iraqê dagîr kirin, vê grûpê bona tirsandina xelkê sivîl gelek kiryarên terorîstî cih anîn lê ji ber xebata artêşa Iraqê bi alîkariya polîs, heşda şeibî û hêzên pêşmerge karîn para pirtire axa dagîrbûyî ji destê terorîstan derxînin .