Îbrahîm Ceferî: Tu welatek ji gefa terorîzmê parastî nine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274622-Îbrahîm_ceferî_tu_welatek_ji_gefa_terorîzmê_parastî_nine
Wezîrê karên derve yê Iraqê bilî hişyarîdayîna li bara xebata terorîstên DAIŞ`ê ya destpêkirina dewrekî nû ji kiryarên terorîstî destnîşan kir; gelek dûr nîne ku terorîstên DAIŞ`ê ew cinayetên ku li Iraqê cih anîne li welatên din jî cih bînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 28, 2017 14:31 Asia/Tehran
  • Îbrahîm Ceferî: Tu welatek ji gefa terorîzmê parastî nine

Wezîrê karên derve yê Iraqê bilî hişyarîdayîna li bara xebata terorîstên DAIŞ`ê ya destpêkirina dewrekî nû ji kiryarên terorîstî destnîşan kir; gelek dûr nîne ku terorîstên DAIŞ`ê ew cinayetên ku li Iraqê cih anîne li welatên din jî cih bînin.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alam`ê, ji zarê Sûmiriye News`ê, Nivîsgeha Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li daxûyaniyekê ragihand; Roja îro cîhan rastî xeterekî mezine terorîstî hatiye û li vê navberê iraqiyan biryar girt li hemberî terorîstên DAIŞ`ê ku ji welatên curbicur hatine nav axa Iraqê rawestin û li hemberî van terorîstan jî serketine.

Li vê daxûyaniyê hatiye; Hêzên çekdare Iraqê pêkhatî ji artêş, polîs, Heşda Şeibî, hêzên pêşmerge û hêzên eîşretan hemû li şerê dijî terorîstan dest dane hevdu û li kêlega vê hevgirtinê hêzên siyasî jî alîkarî dane hevdu ku ev alîkariyane li şerê dijî terorîstan bûye sebeb ku Iraq li hemberî terorîstan serkeve û ew navçên ku terorîstên DAIŞ`ê dagîr bibûn, hatine azadkirin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê al kişande ser viya ku cîhan li bara vê gefa terorîstî hîn jî di nav bêxeberiyê daye û bi vê qirarê bû ku nişkêva cîhanê şerekî sisyan dît ku ev gefa îmkan heye ji bo her welatekî cîhanê hebe destnîşan kir; Em ji hemû birayên xwe û ji civata cîhanî dixwazin li avedankirina bajarên Iraqê ku ji aliyê terorîstan kavil bûne alîkariya Bexdayê bikin û li kêlega me bin.