DAIŞ di dorpêça hêzên iraqî û sûrî de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274612-daiŞ_di_dorpêça_hêzên_iraqî_û_sûrî_de
Mêdyayên iraqî û sûrî ragihandin ku hêzên artêşa van du welatana bi awayekî hevgav opêrasyona leşkerî li dijî çeperên koma têrorîst a DAIŞ`ê li sînorên hevpar ên Iraq û Sûrîyê destpê kirin û bi vî awayî têrorîstên DAIŞ`ê di çembera xwe de asê kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 28, 2017 12:33 Asia/Tehran
  • DAIŞ di dorpêça hêzên iraqî û sûrî de

Mêdyayên iraqî û sûrî ragihandin ku hêzên artêşa van du welatana bi awayekî hevgav opêrasyona leşkerî li dijî çeperên koma têrorîst a DAIŞ`ê li sînorên hevpar ên Iraq û Sûrîyê destpê kirin û bi vî awayî têrorîstên DAIŞ`ê di çembera xwe de asê kirine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, artêşa Iraqê digel hêzên Heşdi Şeibî duh ragihand ku duyemîn qonaxa azadkirina her du deverên Qaim û Rawê li parêzgeha Enbarê û dabînkirina ewlehîya sînoran li vê navçeyê destpê kirin û hevgavê wan artêşa Sûrîyê jî pêşdaçûna xwe li hemberî DAIŞ`ê li devera Bû Kemalê li nêzîkî sînorên Iraqê domand.

Armanca van du opêrasyonan jinavbirina DAIŞ`ê li deverên herî dawîn ên di bin nifûza vê komê li sînorên Iraq û Sûrîyê ye ku bi pêşdaçûna hêzên iraqî ber bi bajarê Qaimê û hêzên Sûrîyê ber bi Bû Kemalê ve hevgav bûye.

Imad Duleymî cîgirê fermandeyê opêrasyona leşkerî ya Iraqê li nahîya Retebê bi ragihandina vê yekê ku hêzên iraqî hemî armancên ji pêş ve kifşbûyî li vê mêhwerê bi dest xistine û pêşdaçûneke berfire hebûne û pêgirî kir: Hêzên iraqî niha li bendê ne tevlî hêzên mêhwera Rawê bibin ta ku pêşdaçûn xwe ji bo azadkirina Qaimê ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê bidomînin.

Li bereya pêşber ango li Bû Kemalê li nav axa Sûrîyê jî artêşa vî welatî digel hêzên hevpaymanên wê devera Hewîce Seqerê tam xisin bin kontrola xwe.