Heyder Ebadî erkdarîya hêzên iraqî li deverên kêşeliser rawestand
Serokwezîrê Iraqê ferman da ku erkdarîya hêzên vî welatî li deverên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser wan nakokî hene, mideha 24 sietan bê rawestandin.
Li gorî rapora kanala Someriyê, nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê şeva buhurî li daxûyanîyekê ji hêzên iraqî xwest ku bi rawestandina opêrasyonê mideha 24 sietan, rê ji bo tîma teknîkê ya hevpar a hêzên fêdêral û hêzên Pêşmerge xweş bikin.
Li vê daxûyanîyê hatîye: Armanca sekinandina vê erkdarîyê ew e ku ev tîma bikare deverê ji bo bicihkirina demlidest a hêzên fêdêral ên Iraqê li hemî deverên kêşeliser û herwiha derîyê sînorî yê Fîşxabûrê û sînorên navnetewî hilkolîne.
Eva li halekî ye ku piştî zextûzora ser berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê bona îbtalkirina encama giştpirsiyê wekî şert û mercê destpêkirina gotûbêjên tev Bexdayê, Hewlêrê jî roja sêşemê bi daxûyanîyekê ragihand ku ku hazir e encama vê giştpirsiyê taloq bike.
Herêma Kurdistana Iraqê li wê daxûyanîyê herwiha daxwaza demildst rawestandina hemû cure hereketên eskerî li dijî vê herêmê dike û daxwaz dike, ku li ser bingha Destûrê gotûbêj di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bike.