Bomek li başûrê Bexdayê teqîya
Çirî 27, 2017 14:22 Asia/Tehran
Li gorî rapora navenda nûçan a El-Someriye Newsê, çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê îro îniyê raghand: Li encama teqîna bombeya li kêleka posta lêgeriya polîs li başûrê Bexdayê endamekî hêzên hişyariyê( besîca eşîrên sunne) hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.
Vê çavkaniyê her wiha diyar kir: Bombe îro nîvro li kêleka posta lêgeriyê ya hêzên Hişyariyê li navça Bawiyê ser bi bajarê El-Medainê hatibû bicihkirin ku li encama teqîna wê endamekî hêzên Hişyariyê hat kuştin û du kesên din jî birîndart bûn.
Li gorî rapora Someriye Newsê, her wiha li encama teqîna vê sibê ya bombeya li kêleka rê li nêzîkî bazarekê li navça El-Nehrowanê li rojhilata Bexdayê sê kes hatin kuştin ku destxwe hatin rakirin bo nexweşxaneyê.