Berteka Heşda Şeibî li hember gotinên berdevka wezareta karên derva ya Emerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274581-berteka_heşda_Şeibî_li_hember_gotinên_berdevka_wezareta_karên_derva_ya_emerîkayê
Berdevkê hêzên Heşda Şeibî, kiryara wezareta karên derve ya Emerîkayê derheq terorîstbinavkirina Ebûmehdî El-Muhendis, alîkarê fermandehiya van hêzana , weke destdirêjiya ser saziyeke ewlehiyê ya Iraqê da zanîn û daxwaza bersiva Bexdayê li hemberî Waşengtonê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2017 14:20 Asia/Tehran
  • Berteka Heşda Şeibî li hember gotinên berdevka wezareta karên derva ya Emerîkayê

Berdevkê hêzên Heşda Şeibî, kiryara wezareta karên derve ya Emerîkayê derheq terorîstbinavkirina Ebûmehdî El-Muhendis, alîkarê fermandehiya van hêzana , weke destdirêjiya ser saziyeke ewlehiyê ya Iraqê da zanîn û daxwaza bersiva Bexdayê li hemberî Waşengtonê kir.

 Li gorî rapora  El-Alamê, Ehmed El-Esedî, berdevkê El-Heşda Şebî îro îniyê li gotûbêja tev Bexda El-Yewmê, diyar kir: Ebûmehdî El-Muhendis, şanaziya  netewê Iraqê û yek ji fermandeyên  herî giringe Heşda Şebî li şerê li hember DAIŞ`ê ye û hemî gelê Iraqê şehedê rola wî li azadkirina  erdên  iraqî ji lepên  terorîstan bûn.

 El-Esedî her wiha got: Tawanên  wezareta karên derve ya Emerîkayê li dijî Heşda Şebî û şexsê El-Muhendis bandora xwe tine û dê tinebe jî.

 Hêsir Noiret, berdevka wezareta karên derve ya Emerîkayê şeva buhurî, Ebûmehdî Muhendis terorîst bi nav kir.

 Pêştir  Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Emerîkayê ku duşemiya heftiya  buhurî gihêşt Bexday ,berî  ku bighêje  vî welatî,  Heşda Şebî weke  mlîtanên  biyanî bi nav kiribûn û daxwaza derketina wan ji Iraqê kiribû.

 Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ev gotina bi tundî protesto kir û li hevdîtina tev Tîlêrson xitabî wî got:  Heşda Şebî  ku rêxistineke  fermî ya Iraqê ye û  têkoşerên  iraqî ne ku li hember terorîzmê şêr kirine û berevaniya welatê xwe kirine û  qanûna bingehîn îzna hebûna  komên eskerî dervey  çarçoveya   qanûnî ya  welêt nade.