Berteka Heşda Şeibî li hember gotinên berdevka wezareta karên derva ya Emerîkayê
Berdevkê hêzên Heşda Şeibî, kiryara wezareta karên derve ya Emerîkayê derheq terorîstbinavkirina Ebûmehdî El-Muhendis, alîkarê fermandehiya van hêzana , weke destdirêjiya ser saziyeke ewlehiyê ya Iraqê da zanîn û daxwaza bersiva Bexdayê li hemberî Waşengtonê kir.
Li gorî rapora El-Alamê, Ehmed El-Esedî, berdevkê El-Heşda Şebî îro îniyê li gotûbêja tev Bexda El-Yewmê, diyar kir: Ebûmehdî El-Muhendis, şanaziya netewê Iraqê û yek ji fermandeyên herî giringe Heşda Şebî li şerê li hember DAIŞ`ê ye û hemî gelê Iraqê şehedê rola wî li azadkirina erdên iraqî ji lepên terorîstan bûn.
El-Esedî her wiha got: Tawanên wezareta karên derve ya Emerîkayê li dijî Heşda Şebî û şexsê El-Muhendis bandora xwe tine û dê tinebe jî.
Hêsir Noiret, berdevka wezareta karên derve ya Emerîkayê şeva buhurî, Ebûmehdî Muhendis terorîst bi nav kir.
Pêştir Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Emerîkayê ku duşemiya heftiya buhurî gihêşt Bexday ,berî ku bighêje vî welatî, Heşda Şebî weke mlîtanên biyanî bi nav kiribûn û daxwaza derketina wan ji Iraqê kiribû.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ev gotina bi tundî protesto kir û li hevdîtina tev Tîlêrson xitabî wî got: Heşda Şebî ku rêxistineke fermî ya Iraqê ye û têkoşerên iraqî ne ku li hember terorîzmê şêr kirine û berevaniya welatê xwe kirine û qanûna bingehîn îzna hebûna komên eskerî dervey çarçoveya qanûnî ya welêt nade.