Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê: Îran, pêşengê şerrê dijî terorîsmê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274544-Şêwirmendê_ewlehiya_neteweyî_ya_iraqê_Îran_pêşengê_şerrê_dijî_terorîsmê_ye
Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê û serokê hêzên Heşda Şeibî yên vî welatî, got: Komara Îslamiya Îranê, pêşenga şerrê dijî terorîsmê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 26, 2017 15:14 Asia/Tehran
  • Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê: Îran, pêşengê şerrê dijî terorîsmê ye

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê û serokê hêzên Heşda Şeibî yên vî welatî, got: Komara Îslamiya Îranê, pêşenga şerrê dijî terorîsmê ye.

Falih El Feyaz, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê û serokê hêzên Heşda Şeibî, li hevpeyvîna bi IRIB News`ê re destnîşan kir: Îran ji rojên destpêkê yên şerrê dijî koma terorîst a DAIŞ`ê li Iraqê di serê welatên piştgirê hêzên iraqî de bû.

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê û serokê Heşda şeibî ya vî welatî, bi redkirina gotinên Rêk Tîlêrson, wezîrê karên derve yê Amerîkayê yên dijî Heşd Şeibî, herwiha got: Vî rayedarê amerîkî hêjatiya xwe ya jibo axiftina liser Heşda Şeibî tuneye û Heyder Ebadî, serokwezîrê vî welatî jî wê yekê xwetêkilkirina li karûbarên Iraqê dizane.

Falih El Feyazi got: Heşda Şeibî, nûnera gelê Iraqê ye ku bersiv da daxwaza merceyê olî û berevaniya ji ax, welat û nirxên xwe yên pîroz destpê kir.

Serokê Teşkîlata Heşda Şeibî, gotûbêjên roja pêncşemiyê yên Ebadî bi rayedarên Îranê re li Têhranê di vê qonaxê de, alûgorên girîng dan zanîn û got: Iraqê bereberê serketinê ye û roja pêncşemiyê qonaxa dawîn a şerrê dijî DAIŞ`ê li rojavaya Iraqê destpê bû.

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê û serokê Heşda şeibî ya vî welatî, giştpirsiya 25`ê Îlona 2017`an li Herêma Kurdistana Iraqê jî kiryareka bihandan û dijî qanûna bingehîn da zanîn û destnîşan kir: Dewleta Iraqê vê giştpirsiyê bi fermî nas nake û dixweze ku encamên wê bi tamî werin îbtalkirin.

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê û serokê Heşda şeibî ya vî welatî, got: Iraq, Komara Îslamiya Îranê û Tirkiyê berjewendî û gefên hevpar heneû ev yekane bandora xwe li girtina helwêstên hevpar hebûne.