Hêzên iraqî derbeyeka giran a li terorîstan xistin
Navenda ragihandinê ya Heşda Şebî ya Iraqê, ji pêşveçûna lezgîn a van hêzana ligel hêzên ewlehiya Iraqê li operasyona azadkirina bajarê El Qaimê li parêzgeha Enbarê li rojavaya vî welatî agahî daye.
Li gorî rapora AL ALAM`ê, Navenda ragihandinê ya Heşda Şebî ya Iraqê, ragihand hêzên Heşda Şebî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê, navçeya Cebabê li rojavayê Enbarê jibin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê derxistine û alaya Iraqê li vê navçeyê bilind kirine.
Hêzên Heşda Şebî û ewlehiya iraqê piştî wê, bi piştevaniya hêza hewayî ya artêşa Iraqê, balafirgeha leşkerî ya El Seidê li başûrê bajarê Qaimê ji lepên DAIŞ`l derxistin.
Li gorî ragihandina navenda ragihandinê ya Hêzên Heşda Şeibî, hêzên ewlehiya Iraqê ligel hêzên Heşda Şeibî, bi piştevaniya jki hêla hewayî ve, navçeyên Wadî El Nesr, wadî Ubeyd, Wadî El Exr, Wadî El Hulqûm û Wadî Cehîşê jî li mêhwera başûrî ya bajarê Qaimê, azad kirin û xisarên zav li koma terorîst a DAIŞ`ê xistin û gelek ji endamên vê komê kuştin.
Hêzên hevpar ên iraqî sibeha roja pêncşemiyê li ser fermana Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, operasyona azadkirina pêgeha dawîn a koma terorîst a DAIŞ`ê li parêzgeha Enbarê, nêzîkî sînorê Sûriyê dest pê kirin.