Serketina artêşa Iraqê li operasyona azadkirina navçeyên mayî yên li Enbarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274538-serketina_artêşa_iraqê_li_operasyona_azadkirina_navçeyên_mayî_yên_li_enbarê
Hêzên ewlehiya Iraqê, pompa benzînê û navendên kirrînê yên li navçeya El Mifrqê li derdora bajarê Raweyê li rojavaya parêzgeha Enbarê, ji bin lepên DAIŞ`ê azad kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 26, 2017 13:30 Asia/Tehran
  • Serketina artêşa Iraqê li operasyona azadkirina navçeyên mayî yên li Enbarê

Hêzên ewlehiya Iraqê, pompa benzînê û navendên kirrînê yên li navçeya El Mifrqê li derdora bajarê Raweyê li rojavaya parêzgeha Enbarê, ji bin lepên DAIŞ`ê azad kirin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB News`ê, Serayip Kefah Muhemedî yek ji fermandeyên yekîneyên topxana artêşa Iraqê got ku yekîneyên artêşê bi piştevanîya êrişên hêza hewayî ya Iraqê, îro karîn pompbênzîn û navendên ticarî yên derdora taxa Mefreqê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê derînin.

Wî herwiha got: Têrorîstên DAIŞ`ê bêyî ku li himber yekîneyên artêşa Iraqê li ber xwe bidin ji devera Mefreqê revîn.

Muhemedî herwiha pêgirî kir hêzên iraqî li opêrasyona azadkirina pompbênzîna taxa Mefreqê û navendên ticarî yên derdora wê, çend maşînên bombekirî rûxandin.

Vî fermandeyê yekîneya topxana artêşa Iraqê herwiha got: Êrişên bi topan ser çeperên têrorîstên DAIŞ`ê li devera Rawê didomin.

opêrasyonja artêşa Iraqê îro berbangê ji sê mêhweran ve ji bo azadkirina deverên Qaim û Raweyê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê li rojavaya vî welatî destpê bûye.

Li gorî vê raporê, berpirsîya opêrasyona mêhwera başûra rojavaya Qaimê li ustîyê hêzên Heşdi Şeibî ye.

Çavkanîyên leşkerî jî ragihandin ku dabînkirina ewlehîya rêyên navnetewî yên Urdin û Sûrîyê ber bi Remadî navenda parêzgeha Enbarê ji ewlewîyetên delweta Iraqê ye.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê ji sê salan berî niha ve deverên Qaim û Rawê li nêzîkî sînorê Iraq û Sûrîyê dagir kiribûn.