Destpêbûna êrişa ser baregeha herî dawîyê ya DAIŞ`ê li rojavaya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274522-destpêbûna_êrişa_ser_baregeha_herî_dawîyê_ya_daiŞ_ê_li_rojavaya_iraqê
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê fermana êrişa ser baregeha herî dawîyê ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojavaya vî welatî da.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Çirî 26, 2017 09:25 Asia/Tehran
  • Destpêbûna êrişa ser baregeha herî dawîyê ya DAIŞ`ê li rojavaya Iraqê

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê fermana êrişa ser baregeha herî dawîyê ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojavaya vî welatî da.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, opêrasyonja artêşa Iraqê îro berbangê ji sê mêhweran ve ji bo azadkirina deverên Qaim û Raweyê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê li rojavaya vî welatî destpê bûye.

Li gorî raporên çavkanîyên nûçan, bi sedan têrorîstên DAIŞ`ê bereberê destpêbûna opêrasyona hêzên iraqî li devera Qaim a parêzgeha Enbarê bi awayekî komkî revîn axa Sûrîyê.

Li gorî vê raporê, berpirsîya opêrasyona mêhwera başûra rojavaya Qaimê li ustîyê hêzên Heşdi Şeibî ye.

Çavkanîyên leşkerî jî ragihandin ku dabînkirina ewlehîya rêyên navnetewî yên Urdin û Sûrîyê ber bi Remadî navenda parêzgeha Enbarê ji ewlewîyetên delweta Iraqê ye.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê ji sê salan berî niha ve deverên Qaim û Rawê li nêzîkî sînorê Iraq û Sûrîyê dagir kiribûn.