Ebadî: Em tenê ibtalkirina encamên giştpirsîyê qebûl dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274520-ebadî_em_tenê_ibtalkirina_encamên_giştpirsîyê_qebûl_dikin
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, pêşnîyara kurdan a rawestandina encamên giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji vî welatî qebûl nekir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 26, 2017 08:46 Asia/Tehran
  • Ebadî: Em tenê ibtalkirina encamên giştpirsîyê qebûl dikin

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, pêşnîyara kurdan a rawestandina encamên giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji vî welatî qebûl nekir.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, nivîsgeha serokwezîrtîya Iraqê li daxûyanîyekê ragihand ku Heyder Ebadî tenê ``ibtalkirina`` encamên giştpirsîyê û rêzgirtina li destûra bingehîn a Iraqê qebûl dike.

Bi dû zext û zora ser berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê ji bo ibtalkirina encamên giştpirsîya cidabûnê bi merema destpêkirina muzakireyên digel Bexdayê ji bo çareserkirina nakokî û pirsgirêkan, Hewlêrê sêşemê şevê bi daxûyanîyekê amadebûna xwe ji bo rawestandina encamên giştpirsîyê ragihand û xwest ku agirbes bê ragihandin û her kiryara leşkerî li sînorên vê deverê bê rawestandin û gotûbêja Hewlêr û Bexdayê li gorî destûra bingehîn a Iraqê be.