El-Ebadî: Em ê berfirehkirina hakimiyeta dewleta federal bidomînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274500-el_ebadî_em_ê_berfirehkirina_hakimiyeta_dewleta_federal_bidomînin
Serokwezîrê Iraqê ku sefera Tirkiyê kiriye, bi serokkomarê vî welatî re hevdîtin pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2017 13:57 Asia/Tehran
  • El-Ebadî: Em ê berfirehkirina hakimiyeta dewleta federal bidomînin

Serokwezîrê Iraqê ku sefera Tirkiyê kiriye, bi serokkomarê vî welatî re hevdîtin pêk anî.

 Li gorî rapora Tesnîm Newsê û ji zarê El-Menarê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ku sefera Tirkiyê kiriye li hevdîtina tev Receb Teyib Erdogan serokomarê vî welatî got: Em ê berfirehkirina hakimiyeta dewleta federal û parastina yekitiya Iraq û piştgiriya  ji çavkaniyên wê bidomînin.

 Serokwezîrê Iraqê her wiha pesna wan hêzên Pêşmerge da ku li hemberî artêşa Iraqê û hêzên gelanî şer nekirin û rewş aloztir nekirin.

 El-Ebadî xitabî Erdogan teqez kir: Em ê rê nedin li welatê me hin hêz bi cih bibin ku li dijî welatên cînar bikevin tevgerê.

 Ebadî got: Hin kesan hewl dan ku  Iraqê parve bikin û sînorên wê ji riya  lidarxistina  giştpirsiyê biguherînin. Wî her wiha got: Hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqê beşek ji saziya  ewlehiyê ya dewleta Iraqê ne.

 Erdogan jî li vê hevdîtinê ser amadetiya  welatê xwe jibo avakirina  bendava hevpar jibo çareserkirina  pirsgirêka  kêmasiya  avê li Iraqê teqez kir.

 Wî her wiha got: Em piştgiriyê didine  hewldanên dewleta Iraqê jibo rawestana li  hember dûhatên  giştpirsiyê. Serokwezîrê Iraqê vê sibê gihêşt Tirkiyê. Wî piştî sefera Tirkiyê, dê were Îranê.

 Nivîsgeha serokwezîriya Iraqê pêştir  bi daxûyaniyekê raghandibû ku Heyder Ebadî li vê seferê tev berpirsiyên  du welatên  Tirkiyê û Îranê li bara  riyên xurtkirina peywendiyên  dualî, xurtkirina  hevkariya li warên siaysî, ewlehî, aborî û ticarî û her wiha  nihêrîna  Iraqê li bara pêşeroja  navçê li qonaxa piştî  DAIŞê û parastina  hakimiyet û yekperçetiya  Iraqê gotûbêjê bike.