Ebadî sefera xwe ya dewreyî bo Tirkiyê û Îranê destpê kir
Çirî 25, 2017 13:54 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê sefera xwe ya dewreyî bo Tirkiyê û Îranê destpê kir.
Li gor rapora IRIB Newsê Nivîsgeha serokwezîriya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku Ebadî sefera xwe ya dewreyî bo Tirkiyê û Îranê destpê kir û li vê çarçovê îro seredana Enqerê kir.
Hatiye ragihandin ku piştî seredana Tirkiyê Ebadî dê seredana Îranê bike.
Bingehên nûçan ragihandine ku sefera Ebadî bo Enqerê û Têhranê nirxandina mesela kurdan bi taybetî mesela refrandûma cidabûna Kurdistana Iraqê û berfirehkirina peywendiyên Iraqê tev Tirkiyê û Iraqê ye.
Wezîrên karên hundir, Nift, bernamedanîn û plankariyê, elekterîk, mişêwirê ewlehiya Iraqê û hin karbidestên din ên Iraqê li vê seferê hevrêtiya Ebadî dikin.