Ebadî sefera xwe ya dewreyî bo Tirkiyê û Îranê destpê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274494-ebadî_sefera_xwe_ya_dewreyî_bo_tirkiyê_û_Îranê_destpê_kir
Serokwezîrê Iraqê sefera xwe ya dewreyî bo Tirkiyê û Îranê destpê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2017 13:54 Asia/Tehran
  • Ebadî sefera xwe ya dewreyî bo Tirkiyê û Îranê destpê kir

Serokwezîrê Iraqê sefera xwe ya dewreyî bo Tirkiyê û Îranê destpê kir.

Li gor rapora IRIB Newsê Nivîsgeha serokwezîriya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku Ebadî sefera xwe ya dewreyî bo Tirkiyê û Îranê destpê kir û li vê çarçovê îro seredana Enqerê kir.

Hatiye ragihandin ku piştî seredana Tirkiyê Ebadî dê seredana Îranê bike.

Bingehên nûçan ragihandine ku sefera Ebadî bo Enqerê û Têhranê nirxandina mesela kurdan bi taybetî mesela refrandûma cidabûna Kurdistana Iraqê û berfirehkirina peywendiyên Iraqê tev Tirkiyê û Iraqê ye.

Wezîrên karên hundir, Nift, bernamedanîn û plankariyê, elekterîk, mişêwirê ewlehiya Iraqê û hin karbidestên din ên Iraqê li vê seferê hevrêtiya Ebadî dikin.