Îbrahîm Caferî: Me deriyên xwe ji Hewlêrê re negirtine
Çirî 25, 2017 09:22 Asia/Tehran
Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî di axaftina xwe de ragihand ku me deriyên xwe ji Hewlêrê re negirtine.
Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî di axaftina xwe de ragihand ku me deriyên xwe ji Hewlêrê re negirtine û em ê li gorî destûrê muameleyê bi referandûma cidabûna Kurdistanê re bikin.
Îbrahîm Caferî di axaftina xwe de got: Me deriyê danûstandina li ser Hewlêrê negirtiye û li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê em ê muameleyê bi referandûma serxwebûna Kurdistanê re bikin.
Caferî di berdewamiya axaftina xwe de ji bo Kerkûkê got: "Em ne çar bûn herin Kerkûkê. Kerkûk nexşeya Iraqa biçûk e û hemû pêkhate û kêmîne têde ne."