Şehristanî: Îznê nadin ku Amerîka xwe têkeliya nav peywendiyên Iraqê û Îran bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274487-Şehristanî_Îznê_nadin_ku_amerîka_xwe_têkeliya_nav_peywendiyên_iraqê_û_Îran_bike
Aîkarê berê yê Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bal kişande ser viya ku welatê wî peywendiyeke baş li hemû babetan tev Îranê heye û got: Bexda vê îznê nade ku Amerîka xwe tevlî peywendiyên stratejîke Iraqê û Îranê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2017 08:50 Asia/Tehran
  • Şehristanî: Îznê nadin ku Amerîka xwe têkeliya nav peywendiyên Iraqê û Îran bike

Aîkarê berê yê Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bal kişande ser viya ku welatê wî peywendiyeke baş li hemû babetan tev Îranê heye û got: Bexda vê îznê nade ku Amerîka xwe tevlî peywendiyên stratejîke Iraqê û Îranê bike.

Amerîkî hertim dil heye peywendiyên stratejîke navbera Îranê û Iraqê lawaz bike, lê Bexda qet van cure xwestekên Amerîka berçav nagire.

Li gor rapora IRIB News`ê, Husên Şehristanî alîkarê berê yê Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê sêşemê bal kişande ser viya ku welatê wî peywendiyeke baş li hemû babetan tev Îranê heye û got: Bexda vê îznê nade ku Amerîka xwe tevlî peywendiyên stratejîk ên Iraqê û Îranê bike.

Gelek ji karbidestên iraqî ji wan Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û Selîm Cebûrî serokê parlemana vî welatî bicaran ji piştevaniyên Têhranê bo Bexdayê li şerê dijî terorîzmê qedrzanî kirine û xwestine ku Îran li Prosa avedankirina Iraqê jî alîkariya wan bike.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ` sala 2014 bi piştevaniya abûrî û eskerî ya Amerîka û hevpeymanên rojavayî û erebî ji wan Erebistan û Tirkiyê êrişî ser Iraqê kirin û hin pişkên vî welatî bi taybet li navçên bakûrî û rojavayî dagîr kirin û cinayetên nemirovane cih anîn.