Heyder Ebadî: Her cure berxwedana li hemberî hêzên iraqî piştevaniya ji gendeliyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274486-heyder_ebadî_her_cure_berxwedana_li_hemberî_hêzên_iraqî_piştevaniya_ji_gendeliyê_ye
Serokwezîrê Iraqê duh sêşemê got: Welatiyên Kerkûkê tevî liv û tevgerên ku dijî wan bûn hevkariyeke pir baş bi dewleta navendî ra hebûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2017 08:27 Asia/Tehran
  • Heyder Ebadî: Her cure berxwedana li hemberî hêzên iraqî piştevaniya ji gendeliyê ye

Serokwezîrê Iraqê duh sêşemê got: Welatiyên Kerkûkê tevî liv û tevgerên ku dijî wan bûn hevkariyeke pir baş bi dewleta navendî ra hebûn.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li gotinên xwe yên duh sêşemê got: Her cure berxwedana li hemberî hêzên iraqî piştevaniya ji gendeliyê ye û hedefa wan dizîna nifta Iraqê ye.

Serokwezîrê Iraqê herwisa bal kişande ser hevkariya hêzên pêşmerge li Herêma Kurdistana Iraqê û got: Van hêzan bersiv nedane vexwendina hin aliyan ji bo çêkirina aloziyê û şer û pevçûnê .

Ebadî destnîşan kir; Bexda ji lêkolîna ser berpirsên ku sebebkarê ketina terorîstên DAIŞ`ê bo nav axa Iraqê bûne jî piştevaniyê dike.

Ebadî bal kişande ser sefera xwe ya navçeyî jibo Îran û Tirkiyê û got: Ev seferana li çarçîva şirovekirina nêhrînên Bexdayê cih tê.

Ebadî destnîşan kir; siyaseta Cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji axa Iraqê xeterekî mezin e ji bo vê herêmê û navçê.