Heyder Ebadî: Her cure berxwedana li hemberî hêzên iraqî piştevaniya ji gendeliyê ye
Serokwezîrê Iraqê duh sêşemê got: Welatiyên Kerkûkê tevî liv û tevgerên ku dijî wan bûn hevkariyeke pir baş bi dewleta navendî ra hebûn.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li gotinên xwe yên duh sêşemê got: Her cure berxwedana li hemberî hêzên iraqî piştevaniya ji gendeliyê ye û hedefa wan dizîna nifta Iraqê ye.
Serokwezîrê Iraqê herwisa bal kişande ser hevkariya hêzên pêşmerge li Herêma Kurdistana Iraqê û got: Van hêzan bersiv nedane vexwendina hin aliyan ji bo çêkirina aloziyê û şer û pevçûnê .
Ebadî destnîşan kir; Bexda ji lêkolîna ser berpirsên ku sebebkarê ketina terorîstên DAIŞ`ê bo nav axa Iraqê bûne jî piştevaniyê dike.
Ebadî bal kişande ser sefera xwe ya navçeyî jibo Îran û Tirkiyê û got: Ev seferana li çarçîva şirovekirina nêhrînên Bexdayê cih tê.
Ebadî destnîşan kir; siyaseta Cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji axa Iraqê xeterekî mezin e ji bo vê herêmê û navçê.