Sekinandina derfirotina nifta Iraqê ji Kerkûkê ve li meha buhurî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274465-sekinandina_derfirotina_nifta_iraqê_ji_kerkûkê_ve_li_meha_buhurî
Berdevkê wezareta nifta Iraqê ragihand: Nifta bîrên Kerkûkê li bakûra iraqê li meha Îlona buhurî, jibo derveyî Iraqê nehate şandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 24, 2017 14:46 Asia/Tehran
  • Sekinandina derfirotina nifta Iraqê ji Kerkûkê ve li meha buhurî

Berdevkê wezareta nifta Iraqê ragihand: Nifta bîrên Kerkûkê li bakûra iraqê li meha Îlona buhurî, jibo derveyî Iraqê nehate şandin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNA`yê, Asim Cihad, berdevkê wezareta nifta Iraqê li daxuyaniyekê ragihand dewleta Iraqê 97 mîlyon û 200 hezar bermîlên niftê li meha buhurî ya zayînî (Îlon) bi alîkariya Kompaniya Derfirotina Niftê ya Iraqê (SOMO) derfirotiye.

Li gorî vê raporê, wezareta nifta Iraqê li meha Tebaxa îsal (2017`an ) karî 99 mîlyon û 700 hezar berîmîlî nift bifroşe.

Asim Cihad, herwiha got: ``Derhata jiber vê derfirotinê nêzî çar mîlyar û 866 mîlyon dolar e``.

Li daxuyaniya berdevkê wezareta nifta Iraqê hatiye ragihandin ku ``38 kompaniyên nvaneteweyî ji welatên curbicur ên cîhanê bi rêya benderên başûrê Iraqê, nifta vî welatî bar kirine``.

Jiber nakokiyên di navbera dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê de ya bi dû lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li 25`ê Îlona 2017`an de li vê herêmê, wezareta nifta Iraqê niha derfirotina niftê ji bîrên niftê yên li başûra Iraqê sekinandiye.