Teqeziya serokkomarê Iraqê ser yekitiya vî welatî û sekinîna ser qanûna bingehîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274451-teqeziya_serokkomarê_iraqê_ser_yekitiya_vî_welatî_û_sekinîna_ser_qanûna_bingehîn
Serokkomarê Iraqê li hevdîtina digel Rêks Tîlêrson, wezîrê karên derve yê Amerîklayê, ser yekitî û hakimiyeta Iraqê teqez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 24, 2017 12:11 Asia/Tehran
  • Teqeziya serokkomarê Iraqê ser yekitiya  vî welatî û sekinîna ser qanûna bingehîn

Serokkomarê Iraqê li hevdîtina digel Rêks Tîlêrson, wezîrê karên derve yê Amerîklayê, ser yekitî û hakimiyeta Iraqê teqez kir.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê, bal kişand ser qeyrana pêkhatî navbera dewleta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê û got ku ez xatircem im gotûbêj û hevhatina li gorî qanûna bingehîn û ji riya  nexşeriyeka mumkin, tenê riya çareserkirina  pirsgirêkên navxweyî ye.

 Mesûm her wiha bal kişand ser amadtiya  Hewlêr û Bexdayê bo gotûbêja  jibo çareserkirina  qeyranê û jinavbirina  terorîzmê û got: ``Ev pêvajoya  dê yekitiya  Iraqê û iraqiyan garantî bike``.

Serokkomarê Iraqê her wiha  got ku cihanîna  tam a qanûna bingehîn  li gişt waran dê çareserkirina  hemî pirsgirêk û bêtifaqiyan misoger bike.

 Li gor nûçeyeke din endamên  meclisa nunerên Iraqê gotinên vê dawiyê yên wezîrê karên dreve yê Emerîkayê li dijî hêzên Heşa Şeibî weke mudaxila  li karûbarên  navxweyî yên welatê xwe dan zanîn û ew şermezar kirin.

 Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Emerîkayê duşemiyê şevê li halekî gihêşt Bexdayê ku ji ber îhaneta  wî li hêzên  Heşda Şeibî yên Iraqê,  berdevkê dewletê û her wiha  komîsyona  ewlehî û berevaniyê ya parlemana  Iraqê bertek nîşan dan.