Teqeziya serokkomarê Iraqê ser yekitiya vî welatî û sekinîna ser qanûna bingehîn
Serokkomarê Iraqê li hevdîtina digel Rêks Tîlêrson, wezîrê karên derve yê Amerîklayê, ser yekitî û hakimiyeta Iraqê teqez kir.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê, bal kişand ser qeyrana pêkhatî navbera dewleta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê û got ku ez xatircem im gotûbêj û hevhatina li gorî qanûna bingehîn û ji riya nexşeriyeka mumkin, tenê riya çareserkirina pirsgirêkên navxweyî ye.
Mesûm her wiha bal kişand ser amadtiya Hewlêr û Bexdayê bo gotûbêja jibo çareserkirina qeyranê û jinavbirina terorîzmê û got: ``Ev pêvajoya dê yekitiya Iraqê û iraqiyan garantî bike``.
Serokkomarê Iraqê her wiha got ku cihanîna tam a qanûna bingehîn li gişt waran dê çareserkirina hemî pirsgirêk û bêtifaqiyan misoger bike.
Li gor nûçeyeke din endamên meclisa nunerên Iraqê gotinên vê dawiyê yên wezîrê karên dreve yê Emerîkayê li dijî hêzên Heşa Şeibî weke mudaxila li karûbarên navxweyî yên welatê xwe dan zanîn û ew şermezar kirin.
Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Emerîkayê duşemiyê şevê li halekî gihêşt Bexdayê ku ji ber îhaneta wî li hêzên Heşda Şeibî yên Iraqê, berdevkê dewletê û her wiha komîsyona ewlehî û berevaniyê ya parlemana Iraqê bertek nîşan dan.