Gerra Ebdî li navçeyê
Parlementerekî parlimana Iraqê yê nêzikî Heyder Ebadiyê serokwezîrê vî welatî got: ``Ebadî di çend saetên tê da, wê beşa duyem a gerra xwe ya navçeyê destc pê bike``.
Li gorî rapora IRNA`yê, Casim Mihemed Cefer ji malpera Meilûmeya Iraqê ra gotiye ku Heyder Ebadî li vê seferê destpêkê berê xwe dide Tirkiyê û ji wir diçe Îranê.
Li gorî gotina wî, mijara sereke ya gotûbêjên serokwezîrê Iraqê tev rayedarên Îran û Tirkiyê, dê rawestandina her cûre danûstandina aborî û ticarî digel Herêma Kurdistana Iraqê bêyî serdestiya dewleta federal be.
Casim Mihemed Cefer her wiha got: ``Şirovekirina nêrîna dewleta Heyder Ebadî li ser çareserkirina qeyranên navçeyê her wiha wajokirin lihevkirinameyên hevkariya dualî li warên aborî û ewlehiyê dê ji babetên din ên vê seferê bin``.