Ebadî: ``Heşdê Şeibî hêviya Iraq û Navçeyê ye``
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274437-ebadî_heşdê_Şeibî_hêviya_iraq_û_navçeyê_ye
Serokwezîrê Iraqê êvara Duşemiyê li hevdîtina bi Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Amerîkayê li Bexdayê bi awayekî ciddî pişta Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî girt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 24, 2017 05:51 Asia/Tehran
  • Ebadî: ``Heşdê Şeibî hêviya Iraq û Navçeyê ye``

Serokwezîrê Iraqê êvara Duşemiyê li hevdîtina bi Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Amerîkayê li Bexdayê bi awayekî ciddî pişta Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî girt.

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê li ser gotinên vê dawiyê yên Rêks Tîlêrsonê wezîrê karên derve yê Amerîkayê li dijî Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî destnîşan kir: ``Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî hêviya Iraq û navçeyê ne``.

Serokwezîrê Iraqê bi gotina vê yekê ku Heşdê Şeibî rêxistineka fermî ye, got: ``Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî roleka bingehîn li têkoşîna dijî têrorîstan li vî welatî hene``.

Nivîsgeha Heyder Ebadî jî roja Duşemiyê bi daxûyaniyekê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku mafê tu kesî tune bo iraqiyan biryarê bide, bi bîr xist ku Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî gişt iraqî ne.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja Yekşemiyê li hevdîtina bi Adil Cuberê wezîrê karên derve yê Erebistanê li Riyazê îdia kirn ku mîlîtanên şîe ku li Iraqê şerê DAIŞ`ê dikirin, niha karê wan bi dawî hatiye û divê vegerin welatê xwe.

Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî pêkhatî ji komên cûrbicûr ên iraqî ye ku li ser daxwaza ayetullah Sîstanî, merceyê derecebilind ê şîeyên Iraqê û hevdem digel dagirbûnabajarê Mûsilê di 10 Hezîrana 2014an da hat damezirandin.

Parlimana Iraqê roja 26`ê Mijdara 2016an bi pirraniya dengan Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî wek beşeka fermî ya hêzên çekdar ên Iraqê da zanîn.

Amadebûna berfireh a gel bi taybet ciwanên iraqî li kêleka artêşê li çarçova Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî şiyana leşkerî ya vî welatî dupat kir û encama wê azadkirina navçeyên stratijîk ên Iraqê ji wan Mûsilê ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê bû.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriya malî û leşkerî ya Amerîka û hevpeymanên wî welatî yên rojavayî û erebî û navçeyî ji wan Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa ser Iraqê vbeçin berfire ji navçeyên bakurî û rojavayî yên vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.

Ji wê demê û bi vir da hêzên iraqî gellek ji navçeyên dagirbûyî azad kirine.