12 DAIŞî li Iraqê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274435-12_daiŞî_li_iraqê_hatin_kuştin
Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî duwazdeh kes ji çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li parêzgehên Selahedîn û Diyaleyê kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 24, 2017 05:25 Asia/Tehran
  • 12 DAIŞî li Iraqê hatin kuştin

Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî duwazdeh kes ji çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li parêzgehên Selahedîn û Diyaleyê kuştin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî roja Duşemiyê şeş DAIŞ`î li başûrê Tûzxormayûyê li parêzgeha Selahedînê li bakurê vî welatî kuştin.

Şeş kes ji çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê jî li şer û pevçûna digel hêzên artêşê û Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî li parêzgeha rojhilatî ya Diyaleyê hatin kuştin.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriya malî û leşkerî ya Amerîka û hevpeymanên wî welatî yên rojavayî û erebî û navçeyî ji wan Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa ser Iraqê, beşin berfire ji navçeyên bakurî û rojavayî yên vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.

Ji wê demê û bi vir da hêzên iraqî gellek ji navçeyên dagirbûyî azad kirine.