Serokê Komîsiyona Ewlehiyê li Parlimanan Iraqê: Îranê hêza çekdar li Iraqê tune
Nûnerê parlimana Iraqê destnîşan kir: ``Hemî hêzên ku şerê DAIŞ`ê kirin iraqî bûn û tu hêzeke îranî li Iraqê tune û hemî misteşarên leşkerî yên biyanî jî dê axa Iraqê biterkînin``.
Li gorî rapora IRIB News`ê ji zarê ajansa nûçeyan a Wai`ê ya Iraqê, Serokê Komîsiyona Ewlehiyê li Parlimanan Iraqê, Hakim Zamilî roja Duşemiyê ragihand: ``Rayedarên hin welatan û ji wan wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi armanca xerakirina hakimiyeta Iraqê, îdia kirine ku hêêzn îranî li axa Iraqê ne û cihê mixabiniyê ye ku hin kesayetiyên siyasî li Herêma Kurdistana Iraqê jî bi van gotinan hevaheng bûne.
Serokê Komîsiyona Ewlehiyê li Parlimanan Iraqê got: ``Iraqiyan isbat kirin ku serketinan bi dest dixin; Serketina ku li azadkirina navçeyên dagirbûyî ji bin destê koma têrorîst a DAIŞ`ê û sepandina desthilata qanûna bingehîn li bakurê welêt hatiye nîşandan``.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Rêks Tîlêrson roja Yekşemiyê piştî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdiyê li vî welatî îdia kir: ``Mîlîtanên şîe ku li Iraqê şerê DAIŞ`ê dikirin, niha karê wan bi dawî hatiye û divê vegerin welatê xwe``.
Her wiha serokê Partiya kurdî ya Hevpeymaniya ji bo Edalet û Dêmokrasiyêm hin rayedarên kurd wek sebebkarên sereke yên lidarxistina Giştpirsînê li Herêma Kurdistana Iraqê da zanîn û got: ``Ev rayedar ku berbihuriya wan a gendeliyê heye, Mesûd Barzanî han dan ku li dahola tayfetiyê bide û ji vê riyê raya giştî ji gendelî û çarenûsa mal û heyitiyên neftê bixalifîne``.
Li pey lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê di roja 25`ê Îlona 2017an li ser israr û pêgiriya serokê vê herêmê, Mesûd Barzanî, kêşeya li pêwendiyên dewleta navendî ya Irqê û berpirsên Herêma Kurdistana vî welatî zêde bûye.