Piştgiriya Rûsiyê ji yekitî û yekparçetiya axa Iraqê
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê tevî pêgiriya li ser piştgiriya vî welatî ji mafê serwerî û hakimiyeta neteweyî ya Iraqê, xwest ku kêşeyên vî welatî ji rêya siyasî bên çareserkirin.
Li gorî raporac IRNA`yê, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Sêrgêyî Lavrof roja Duşemiyêî li hevdîtina digel Wezîrê karên derve yê Iraqê, Ibrahîm ceferî, li Moskoyê got: ``Rûsiye careka din li ser helwêsta xwe ya bingehîn a rêzgirtina li serweriya Iraqê û yekparçetiya axa vî welat6î pêgiriyê dike``.
Lavrofî her wiha got: ``Bi baştirbûna rewşê û pêşdaçûna pêîvajoya gotûbêjên çareseriya siyasî li hin welatên navçeyê, divê rê li ber cudabûna qewmî û mezhebî ya nû were girtin``.
Wezîrê karên derve yê Iraqê jî li vê hevdîtinê bi gotina vê yekê Herêma Kurdistana Iraqê beşeka necudabûyî ji vî welatî da zanîn û got: ``Helwêsta Bexdayê li warê Giştpirsîna li Herêma Kurdistana Iraqê xwedan piştgiriya navneteweyî ye``.
Îbrahîm Ceferî her wiha got: ``Qewimîna vê bûyerê derdem dema ku Iraq ji bo ragihandina serketina li hemberî têrorîsmê amade dibe, cihê mixabiniyê ye. Ev giştpirsîn lin dijî qanûna bingehîn a Iraqê bû ku ser yekparçetiya axa Iraqê pêgiriyê dike``.
Giştpirsîna cudabûnê li Herêmam Kurdistana Iraqê tevî hebûna diojayetiyên cîhanî û berteka tund a dewleta Iraqê, roja 25`ê Îlona 2017`an li ser israr û pêgiriya serokê vê herêmê, Mesûd Barzanî, hat lidarxistin ku tenê rêjîma Israîlê pişta wê yekê girt.