Wezîrê karûbarên hundir ê Iraqê: Iraqî bi hevra şêrr naken
Wezîrê karûbarên hundir ê Iraqê destnîşan kir ku iraqî li tu rewşekê bi hevra şer naken.
Li gor rapora nûçan a Mêhr News`ê, ji zarê Sûmiriye News`ê, Qasim El-Erecî wezîrê karûbarên hundir ê Iraqê li Press konferansa xwe ya li Kerkûkê got: Niha parêzgeha Kerkûkê êmin bûye û ev êminatiya pêwîste bê parastin û pêwîste sîlahên artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge tenê bona jinavbirina terorîzmê bê istifadekirin.
Qasim El-Erecî bal kişande ser jiyana bi dostaneye hemû xelkê Kerkûkê û destnîşan kir: Parêzgeha Kerkûkê weke iraqekî biçûke ku li vê parêzgehê Ereb, Kurd û Tirkeman têda dijîn û wezareta karên hundire Iraqê pilanek bona pişkdariya hemû kerkûkiyan li karûbarên vê parêzgehê heye.
Qasim El-Erecî bal kişande ser viya ku axivtin li ser rudawên bihurî renge bibine sebeba nerehetiyê û reformên vê parêzgehê paşda bavêjin got: Iraq bi xwe dikare karûbarên xwe îdare bike û hewcetî bi tu welatekî din nîne.
Wezîrê karûbarên hundir ê Iraqê duh yekşemê seredana Kerkûkê kir ta ku ji nîzik rewşa ewlehiya vê parêzgehê bişopîne.